Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya li dijî DAIŞê çarenivîsa çekdarên biyanî yên girtî nîqaş dike

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike îro Sêşemê (13ê Sibatê) li Romayê li hev civiya bo gengeşekirina çarenivîsa çekdarên biyanî yên li Sûriyê girtî ne, AFP ragihand.

Ew tev bi hezaran tundrûyan ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin girtin dema ku DAIŞ Reqa li peşt xwe hişt piştî çend mehan ji cengeke giran ku sala borî qewimî.

Di civîna Sêşemê de, "Em dê derbarê pêşerojê biaxivin," Sekreterê Berevaniya Amerîkayê Jim Matis ji rojnamegeran re axivî dema ew gihişte Romayê.

Di nava van dîlan de du Birîtanî hene, tê gotin ku wan çendîn serjêkirin encam dane.

Pirsa herî zehmet aniha nêzîkatîkirin bi çekdarên biyanî yên li Sûriyê girtî ne re ye, piştî germbûyîna niqaşan li Rojava li dor vegeriyana van çekdaran bo welatên wan daku ew rûbirûyî dadweriyê bibin.

Perspirsiyarê di Pentagon de, Kasî Wîlbarger, hevalrêyê Matis e, got: "Em bi hevpeymaniyê re kar dikin li ser rewşa çekdarên biyanî yên dîl û bi giştî em texmîn dikin ku ev girtî vegerin welatên xwe yên resen bo dadgehkirinê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500