Nûçeyên Iraqê

Wezîrê neft: Îraq dixwaza berhema neft zêde bike bo 7 milyon bermîlan

Îraq, duyem mezintirîn berhemhênerê neftê di OPEC de, pilan dike ku karîna xwe ya berhemkirina neftê bo heft milyon bermîlan di rojê de zêde bike heta sala 2022an, AFP îro Sêşemê (13ê Sibatê) ragihand.

Îraqî aniha xwedan karîneke berhemanîna neftê ya bi qasî pênc bermîlan di rojê de lê ew zêdetirî 4.7 milyonan kêmtirî tifaqa xwe bi OPEC berhem dike.

"Armanca me ew e ku em bigihin heft milyonan heta sala 2022an," Wezîrê Neftê Cabar Lueybî got, dema ku wî projeyên neft û xazê yên berdest ji weberhênerên biyanî yên taybet re şirove dikirin.

Lueybî got ku Îraq xwedan 145 milyar bermîl yedekê neft e lê belê ew bawer dike ku dê weberhênaneke têrdar hebe dê bo 250 milyar bermîlan zêde bibe.

Wî got jî ku Îraq pilan dike ku berhemkirina xaza xwezayî bo heft milyar pêyên sêcar di rojê de zêde bike heta sala 2021an û aniha bi tenê 2.7 milyar pêyên sêcar berhem dike.

Lueybî bang li weberhênerên biyanî kir ku derfetên weberhênanê yên qerase di sektorê neft û xazê de zeft bikin ji ber ku milyarên dolaran pêwîst in li gorî pilaneke Îraqî ya nûavakirinê.

Ew di roja duyem de ji Konferansa Navdewletî ya Kuwêtê bo Nûavakirina Îraqê ya sê rojî axivî, Bexda jî hêvî dike ku dora 88.2 milyar dolaran kom bike.

Wezîr got ku êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqê karîna welat a parzûnkirinê ji 930,000 bermîlî di rojê de bo bi tenê 450,000 bermîlan kêm kir.

Lê xebatên nûavakirinê bi ser ketin di bidestxistina 70,000 bermîlan de di rojê de.

Wî qala xîzên serekê yên planên avakirina heft parzûngehên nû kir ku karîna wan a berhemanînê ya rojane dê bibe 700,000 bermîl di sala 2021an.

Lueybî hewriha xîzên sereke yên planên avakirina borîyên nû û jêrxaneya henardekirinê nemaze li herêma başûrî ya bi neftê zengîn e kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500