Nûçeyên Iraqê

Îraqê hukmê bihûrandina tevahiya jiyanê di zindanê de li jineke Turk û mêrekî Sûrî birî

Dadgeheke Îraqî roja Duşemê (12ê Sibatê) hukmê bihûrandina tevahiya jiyanê di zindanê de li jineke Turk û mêrekî Sûrî birî ji ber têkiliyên bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, AFP ragihand.

Jin hat tohmetbarkirin bi "veşartina kiryarên komeke terorîst ku hevjînê wê tê de endam bû", peyvdarê Encumena Bilind a Dadweriyê, Ebdul Setar Bêreqdar got, wî qala DAIŞ dikir.

"Dadgehê hukmê bihûrandina tevahiya jiyanê di zindanê de li terorîstekî Sûrî birî ji ber tkiliya wî bi DAIŞê re û ji ber wî rol dîtiye di êrîşên li dijî leşkerên Îraqî," wî got.

Dadgeheke Îraqî meha borî cezaya sêdarekirinê li jineke Elman a bi eslê xwe Mexribî birî piştî hat xuyakirin ku ew sûcdar e bi endamtiya di komeke tundrew de.

Tê payînkirin ku ew yekem jina Ewropî ye ku cezayê mirinê li Îraqê lê bê birîn bi sûcê têkildariya bi DAIŞê re.

Îlona Sala par, Îraqê hukmê mirina bi sêdarekirinê li ser mêrekî Rûsî ku li Mûsilê hatibû girtin birî ji ber sûcî şerkirina di bercewendiya rêxistinê de.

Kanûna Yekem, Siwêdîyek bi eslê xwe Îraqî li gel 38 kesên din hat sêdarekirin bi gunhebariya "terorê".

Sê jinên Fransî li benda dadgehkirinê ne li Bexdayê û dibe ku cezayê mirinê li wan were birîn ji ber tevlîbûyîna wan di nava rêzên DAIŞ de, çavkaniyeke ji rewşa wan agahdar ji AFP re meha borî eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500