Nûçeyên Iraqê

Berpirsyarên Îraqî dibêjin serkirdeyekî DAIŞê yê birîndar sax e û li Sûriyê

Serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî sax e û li nexweşxaneyeke meydanî li Sûriyê tê dermankirin piştî ew di êrîşeke asmanî de hat birîndarkirin, berpirsyarekî Wezareta Karê Hundir a Îraqî îro Duşemê (12ê Sibatê) got.

"Agahî û belgeyên nemandalbar ji jêderinan ji hundirê rêxistina terorîst li cem me hene, ew didin xuyakirin ku Bexdadî hîn sax e û veşertî ye" li herêma Cezîrê ya dikev bakur-rojhilatê Sûriyê, serokê ajansa istixbaratî û dijî terorîzmê, Ebû Elî Besrî, ji rojnameya hikûmetê ya rojane, Sebah, re îro Duşemê ragihand.

Besrî got ku Bexdadî êşa "birîndarbûn, şekir û şikestinan di laş û lingên xwe de dikişîne û ew nikare bê alîkarî bimeşe", AFP ragihand.

Serkirdeyê rêxistina tundrû di "êrîşeke asmanî de li dijî asêgehên DAIŞê li Îraqê" hat birîndarkirin, wî got.

Hefteya borî, karbidestên Îraqî lîsteyek bi "navên serkirdeyên terorîst ên li ser asta qada navdewletî tên xwestin" balv kirin, lîsteya ku bi navê kesê xwe kiribû "xelîfeyê" DAIŞê dest pê kir, yê ku di sala 1971ê de ji dayik bûye, û navê wî Brahîm Ewad Brahîm Elî Bedrî Samerayî ye.

Di Hezîrana borî de, Rûsyayê got ku dibe wê Ebû Bekir Bexdadî di êrîşeke asmanî de di dawîya Gulanê de li nêzîkî Reqaya Sûiyê kuştibe, lê vê dawîyê wê got ku ew hîn hewl dide ku çarenûsa wî nas bike.

Di Îlonê de, serokekî serbazî yê Amerîkî got ku Bexdadî sax e û dibe ku ew li Geliyê Feratê li rojhilatê Sûriyê xwe vedişêre.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500