Nûçeyên Iraqê

Îraqî amadekariyên bo konferansa nûkirinê li Kuwêtê qedandin

Îraqî hemû amadekariyên bo lidarxisitna Konferansa Navdewletî ya Kuwêtê bo Nûkirina Îraqê qedandin, konferansa ku qewl e Duşemê (12ê Sibatê) were destpêkirin, Sekretariya Encumena Wezîrên Îraqê îro Înê ragihand.

Şanda Îraqî dê wezîr û berpirsiyarên ji saziyên pêwendîdar ên hikûmeta Fedral û hikûmeta Herêma Kurdistanê bihewîne, herwiha parêzgarên hemû parêzgehan, Sekretariyê di daxuyaniyekê de, got.

Rojeva konferansê dê li ser sê pirsan be -- nûkirin, weberanîn û aramîkirin û bihevrejiyankirina aştiyane, daxuyaniyê got.

"Roja yekemîn dê nîqaşa dîraseyekê li dor xebatên nirxandina ziyanan û hewcedariyan bike, û herwiha projeyên aramîkirinê, lihevhatinê û bihevrejiyankirina aştiyane," daxuyaniyê got.

"Roja duyem dê nîqaşa dîraseyeke din bike li dor tedbîrên pêwîst bo peydakirina weberanîneke dostdarê jîngehê," daxuyaniyê eşkere kir. "Ev yek ji pêşkêşkirina 212 projeyên ji hemû sektorên aboriya Îraqî pêk tê, di nav de projeyên li herêma Kurdistanê."

" Roja sêyem a konferans, ku dê Sekreterê Giştî yê NY, Serokê Banka Cîhanî, Kordînatorê Yekîtiya Ewropî tê de amade bin, dê taybetmend be bo ragihandina piştgiriya ji Îraqê re ji aliyê welatên beşdar ve," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500