Nûçeyên Iraqê

Pintagon: Êrîşên asmanî li ser Dêra Zorê "xweberevanîkirin e"

Êrîşên asmanî yên kujêner ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve li ser hêzên alîgirê rêjîmê li rojhilatê Sûriyê bi awayekî sade kiryareke berevanî bû, serokê Pintagonê Jim Matis roja Pêncşemê (8ê Şibatê) got, AFP ragihand.

"Ew berevanî bû," Matis got. "Em di şer Sûrî yê navxweyî de beşdar nabin."

Bêtir ji 100 çekdarên alîgirê rêjîmê hatin kuştin demahevpeymanîyê li êrîşa li ser hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vegerand li parêzgeha Dêra Zorê.

Buyer jî "mirov şaş dihêle", Matis got "ji ber sedemekê, hêzên alîgirê rêjîmê -- careke din ez nizanim çima wan wiha kir-- ew li dijî çeperên QSD tevgeriyan" cihê ku hêzên taybet ên Amerîkî jî li wir hazir bûn.

Van hêzan dest pê kir bi topavêjan bombebaran kir, wî got. "Wan bi tankên xwe tevger dikir, diyar e ku ew bi heman alîyê wan top davêtin. Di dawîya hewldana me de daku em berevanîya xwe bikin, me topavêja wan der kir, du tankên wan hatin derkirin, ew birîndar bûn."

Hevpeymanîyê bilez bi Rûsan re têkilî kir daku hewl bide misoger bike ku rewş xerabtir nebe, Matis got, wî anî ziman: "Rûs, di wê demê de, ji me re digotin ku tu hêzên wan li wir tune bûn."

Şer kêmî deh kîlometran ji rojhilatê "zona veqetîn" a ji alîyê Amerîka û Rûsyayê li dirêjahîya Çemê Firatê hatiye avakirin qewimî.

Mosko û Waşinton hevahengîyê di operasyonên xwe yên bejahî û hewayî de li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li vê zonê dikin.

Matis got ku hevpeymanîyê tevgera hêzên alîgirê rêjîmê li deverê berî çend rojan resid kir, lê wan zû dijminatî nekir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500