Nûçeyên Iraqê

Desteya destpakiyê ya Îraqê rê li ber windabûna 31 milyon dolarî girt di 2017an de

Komîsyona Destpakiyê ya Îraqî roja Pêncşemê (8ê Sibatê) got ku wê rê li ber windabûna (31milyon dolarî) girt di sala 2017an de bi rêya pêdaçûnkirina firoştin û bikirêdana milkên Wezareta Avakirin û Vehewandinê.

"Tîmên lêpirsînê yên meydanî yên komîsyonê yên ku bi sehkirina firoştin û bikirêdana milkên Wezareta Avakirinê û Vehewandinê û Wezareta Şaredariyan û Karên Giştî hatine erkdarkirin rê li ber windabûna 36 milyar dînarên Îraqî girtin di sala 2017an de," Komîsyona Destpakiyê di daxuyaniyekê de got.

Tîman ev yek bi dest xist bi rêya sererastkirina fayilên 14,341 mulkan li hemû parêzgehan, ji bilî Bexdayê û Herêma Kurdistanê, daxuyaniyê parve kir.

"Wan gelek binpêkirinên gelek ziyanbar dîtîn ku wekî tawanên gendeliya aborî û îdarî tên katîgorîkirin, 25 ji wan jî bi Ofîsa Mufetişê Giştî yê Wezareta Şaredariyan hatine sipartin," daxuyaniyê got.

Daxuyaniyê da zanîn jî ku 18 din bi ofîsa lêpirsîna Desteya Destpakiyê hatin sipartin.

"Pênc ji wan binpêkirinan bo dadgeha lêpirsînê ya Desteyê hatine sipartin bo sehkirina haletên têkildarî destpakiyê," daxuyaniyê got.

Daxuyaniyê daxuyand ku 13 binpêkirin hîna lêpirsîn di derbarê wan de li dar in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500