Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞ li Enbarê têk birin

Şaneke neh-endam a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat têkbirin di operasyoneke ewlehî ya taybet de ku hêzên hevbeş li parêzgeha Enbarê pêk anîn, fermandariya polîsê Enbarê Pêncşemê (8ê Sibatê) got.

Hêzên ewlekariyê şaneke terorî ya pispor di çandina teqemeniyên destkird de û pêkanîna reşkujiyan de têk bir, serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re eşkere kir.

"Bi piştgirêdan bi mukurhatinên gunehbarekî, yekîneyên me şan destnîşan kirin û li pey çûn û piştre endamên wê girtin li çendîn deverên Remadî, Felûca û Hebaniyê," wî got.

"Çek û mîn û teqemeniyên destkird di dest wan de hatin zeftkirin çaxê ew hatin girtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500