Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevpeymaniyê bersiva êrîşeke ser QSD da li Dêra Zorê

Hevpeymaniya navdewletî bersiva êrîşeke li ser asêgegeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da li parêzgeha Dêra Zorê û herî kêm 100 çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve kuştin, AFP Pêncşemê (8ê Sibatê) ragihand.

Êrîş hat pêkanîn ji aliyê hêzine alîgirê Serok Beşar Esed ve li ser zivîne xaz û naftê li beşine parêzgeha Dêra Zorê ku li jêr kontrola hevbendiya Kurdî-Erebî ne.

Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkî, şêwirmendên hevpeymaniyê amade bûn li devera ku hêzên alîgirê hikûmetê êrîş berdane ser li parêzgeha Dêra Zorê derengiya şeva Çarşemê.

"Hevpeymaniyê êrîşên asmanî li dijî hêzên êrîşker pêk anîn daku rê li ber kiryarên dijminkar bigire" li hember karmendên wê û yên ku QSD mêvandariya wan dikirin, wê got.

"Em texmîn dikin ku zêdetirî 100 ji hêzên alîgirê rejîma Sûriyê hatin kuştin dema ku wan êrîşî hêzên hevpeymaniyê û QSD kir," berpirsiyarekî serbazî yê Amerîkî ku merc kir ku nasnameya wî eşkere nebe got.

QSD û hevpeymaniyê hêzên êrîşker bi lêdanên asmanî û topbaranan hedef girtin piştî " ji 20 heta bi 30 guleyên top û tankan 500 metran dûrî nuqteya baregehên QSD ketin", berpirsiyar got.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, a ku bi tenê mirina 45 kesan ji hêzên alîgirê rejîmê ve piştrast kiriye, êrîşa destpêkê li nêzî Xeşam qewimî ye.

Serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman got ku armanca êrîşê weke tê xuyanîkirin girtina zeviyeke girîng a neftê ye û herwiha kêlgeheke girîng a xazê ye ku dikevin devereke li jêr kontrola QSD.

Zeviyê neftê yê Umer, yek ji zeviyên herî mezin e li Sûriyê û berî şer 30,000 bermîl rojane diavêt, lê zeviyê gazê Konoko berî şer13 milyon metrên sêcar rojane diavêt.

Medyaya dewleta Sûrî piştrast kir ku bi dehan kes di şer de hatin kuştin lê xuya ye ew inkar dike ku ew ji leşkerên artêşê ne, û wê qurbanî weke "hêzên gelerî" wesf kirin.

Li gorî Rewangehê, hêzên ku êrîş kirin ser çeperên QSD çekdarên êlên xwecihî yên alîgirê Esed in û ji milîsa Şî'î ya Efxanî ya ku li gel rêjîmê şer dike ne.

Amerîkayê got ku êrîş heşt kîlomitran li rojhilatê "xeta şer a Çemê Feratê" qewimî, wî îşaret bi sînorê ku Rûsya û Amerîkayê li ser li hev kiriye kir, tev devera operesyonan ya berê li rojavayê çem û ya herî dawî ji alîyê rojhilat ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500