Nûçeyên Iraqê

Dadgeheke Îraqî: şaneke terorî li Elbû Kemal hat jihevxistin

Encumena Dadwerî ya Bilind li Îraqê roja Çarşemê (7ê Sibatê) ragihand ku şaneke terorî ku otombîlên bombekirî çêdikirin ji bo armancgirtina parêzgehên başûrê Îraqê hat jihevxistin.

Endamên şanê li wê yekê mukir hatin ku beşdarî çendîn êrîşên terorî bûne, di nav de êrîşeke li ser efserekî istixbaratê, encumenê got.

"Dadgeha Nasiriyayê ji bo dosyeyên terorî itirafên şana terorî, ya ku ji heft endaman pêk hatibû, ku wan çendîn operasyonên terorî pêk anîne piştrast kirin," berdevkê Encumena Dadwerî ya Bilind Ebdulsetar Bêreqdar got.

"[Endamên] şanê mukir hatin ku wan çalakiya xwe ya tawanbar ji deverên Elbû Kemal birêve dibir," wî got, anî ser ziman jî ku wan herwiha itiraf kir ku otombîlên bombekirî amade dikirin ji bo êrîşkirin li ser parêzgehên başûrî.

Yek ji endamên şanê, ku birayê "waliyê başûrî" yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) e, mukir hat ku "beşdarî êrîşekê bûye ku bû encama şehîdbûna muqedem Nimir Sultan Şeblawî, efserekî istixbaratê di Ketîbeya 5ê de, sala 2012an", wî got.

Êrîşê herwiha hejmarek ji efseran li devera Elbû Eysa li Bexdayê birîndar kirin, Beyreqdar got.

"Tometbar itirafên xwe pesend kirin li gorî hukmên Madeya Pêncem a qanûna dijî-terorê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500