Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke ji alîyê jineke xwekuj ve li Bexdayê hat têkbirin

Hêzên Îraqî êrîşeke ji alîyê jinekê ku kembereke teqîner li xwe dikir têk birin, jina nêt dikir ku devereke jiyandar li Bexdayê bike armanc, Fermandarîya Operasyonên Bexdayê îro Çarşemê (7ê Şibatê) got.

Wê plan dikir ku êrîşî devera Tel Tasayê li navçeya Termiyayê li bakurê Bexdayê bike, fermandar liwa Celîl Rubeyî ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekarîyê agahîyên istixbaratî wergirtin ku êrîşkarekî xwekuj gihiştiye Termiyayê daku deverekê li paytextê bike armanc," wî got.

"Êrîşkar di hundirê dibistanekê de hatiye dorpêçkirin," wî got, wî anî ziman ku dever hatiye dorpêçkirin weke hewldanekê daku wê bigirin, lê wê xwe di operasyonê de teqand bêyî ku bibe sedema tu qurbanîyan.

Peygerînek hat vekirin daku nasnameya êrîşkar û kesên din ên destên wan di operasyonê de hebû werin naskirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500