Nûçeyên Iraqê

Îraq lîsteya kesên herî daxwazkirî belav dike ku lîderê DAIŞ di pêşengiya wê de ye

Desthilatên Îraqî lîsteyeke reviyayiyên herî daxwazkirî roja Sêşemê (6ê Sibatê) belav kir ku di serî de navê lîderê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî bû ligel kesê duyem di rêxistinê de tê de bû, AFP ragihand.

Ew lîsteya duyem bû ku Îraqê vê hefteyê belav kir derbarê kesên daxwazkirî bi gumana girêdana bi DAIŞ an Qaîde re.

"Ew metirsîdartir in ji kesên ku di lîsteya yekem de xuya kirin ku roja Yekşemê hatibû belavkirin û ew li ser asta navdewletî daxwazkirî ne di demekê de ku kesên din tenê ji dadgehên Îraqî re dadwazkirî ne," berpirsekî ewlekarî got.

Lîderê DAIŞ di lîsteyê de bi navê xwe yê rastî Brahîm Ewad Brahîm Elî Bedrî Samirayî xuya dike.

Cîgirê wî weke Ebdulrehman Qadulî hatiye binavkirin li şûna bernavê wî Ebû Ala Afarî.

Heft Îraqiyên din di lîsteyê de ne ligel pênc biyaniyên tawanbar bi endamtiya wan di DAIŞ de -- du Siûdî, Urduniyek, Yemeniyek û Qeteriyek.

Di lîsteya Yekşemê de navên 60 gunehbarên daxwazkirî hebûn, lê hemû Îraqî bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500