Nûçeyên Iraqê

Hêzên sînor ên Îraqî 20 endamên DAIŞ dikujin, tunelan kifş dikin

Operesyoneke serbazî ya berfereh nêzîkî sînorê rojavayî yê Iraqê gelek tunelên razî kifş kirin, û di encamê de herî kêm 20 çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, Fermandarîya Operesyonên Enbarê îro Duşemê (5ê Şibatê) got.

Operasyona ku ji alîyê artêşa Iraqî ve çar rojan hat cîbicîkirin, deverên biyabanî dane ber xwe li dirêjahîya 120 kîlomitran ji başûrê Rutbayê heta Naxibê, nêzîkî sînerê Îraqî bi Urdin û Erebistana Siûdî re.

Operasyona serbazî aniha bi dawî bû, liwa Mihemed Felahî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî sînorên xwe bi Urdin û Erebistana Siûdî re li ser bingeha agahîyên istixbaratî derbarê şan û komên DAIŞê yên terorîst," wî got.

"Di operasyonê de, hêzên me bi terorîstan re şer kirin, herî êm 20 wan hatin kuştin, destên xwe danîn ser du navgînên bi teqemenîyan barkirî, çar navgînên çar dolab, hejmarek tunel û rêyên zar ên ji alîyê komên terorîst ve tê bikaranîn wêran kirin," wî anî ziman.

"Bircên çavdêrî û kontrolkirinê û serbazgehên serbazî hatin danîn da ku nehêlin terorîst careke din di siberojê de xwe li biyabanê bidin hev," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500