Nûçeyên Iraqê

Sûrî derdê zehmetîya di heneseyê de dikişînin piştî êrîşên asmanî yên rejîmê

Pêcn kes roja Duşemê (4ê Şibatê) ji ber "xeniqînê" hatin dermankirin piştî êrîşine asmanî yên rêjîma Sûrî li ser bakur-rojavayê bajarokê Seraqibê, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku "bêhineke kirêt hat piştî helîkopterên rêjîmê li çend devera li bajarokê parêzgeha Idlibê xistin, hiştin ku pênc kes derdê xeniqînê bikişînin".

Ajansê ji niştecîyan û jêderên bijîşkî wergirt ku "gaza jehrîn" di êrîşê de hat bikaranîn.

Herwiha êrîşên asmanî yên rêjîmê şeş sivîl li bajarokê Kefer Nebîyê, nêzîkî bajarokê Maeret Numanê li parêzgeha Idlibê kuştin, Rewangehê got.

Çar sivîlên din di bombebarandina rêjîmê li ser Maaserîn û Maeret Numanê hatin kuştin, devera ku nexweşxaneya sereke ji alîyê êrîşeke asmanî ya nasnameya wê nenaskiî hat lêxistin,

Siwênkar hat girtin heta karibin saz bikin, Rewangehê got.

Ev pişketinên dawî tên piştî ku Amerîkayê hefteya bûrî rêjîma Sûrî ji ber bikaranîna çekên kîmawî li ser hêzên opozîsyonê nêzîkî Şamê tawanbar kir, tawanbarkirina ku wezareta derve ya Sûrî red dike.

Îro Duşemê, herî kêm 23 sivîl -di nav wan de çar zarok- hatin kuştin dema êrîşên asmanî yên rêjîmê êrîş girtine ser devera Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola opozîsyonê nêzîkî Şamê, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500