Nûçeyên Iraqê

2.5 milyon aware vegeriyane axa rizgarkirî li Îraqê

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqî roja Pêncşemê (1ê Sibatê) ragihand ku nêzîkî 2.5 milyon aware vegeriyane malên xwe li deverên rizgarkirî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Wezîr Casim Mihemed Caf got ku wezareta wî, bi hevahengî ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, ku berpirsyara operasyonên serbazî li seranserê Îraqê ye, "karî 2.5 milyon awareyan veguheze malên wan li bajarok û gundên rizgarkirî".

Wî tekez kir ku "operasyonên vegerê bi lezeke xurt berdewam in, bi taybetî li parêzgehên Enbar û Nînewayê", anî ziman ku vegera awareyan li gelek deverên parêzgeha Kerkûkê jî berdewam e.

Roja Înê, rêveberiya koç û koçberiyê li Kerkûkê got ku bêtirî 50% ji awareyên Kerkûkê vegeriyane parêzgehê.

Operasyonên rizgarkirinê û operasyonên piştî wan ji bo rakirina paşmayiyên şer ên DAIŞ hiştin ku bêtirî nîvê xelkê Kerkûkê vegerin, rêveberê rêveberiyê Emar Sebah ji Diyaruna re got.

"Em hinek deveran ji nûve çak dikin, weke Hewîca, Riyad, Xencer, Beşîr, Debs û hinekên din bi rêya vegerandina xizmetguzariyan, di nav de av û elektirîk, û nûçakkirina sektorên tenduristî û perwerdeyê," wî got.

"Ev bû sedema vegera hêdî hêdî ya malbatên aware bo van deveran," wî got, anî ziman ku her dema ku awareyên mayî vegerin, rêveberî dê kampên awareyan li parêzgehê bigre.

"Alîkariyên nepereyî ji malbatên vegeriyayî re tên dayîn daku alîkariya wan bikin li ser bicihbûnê," wî got jî, û anî ser ziman jî ku "nêzîkî 400 malbat vegeriyane malên xwe li Hewîca û deverên derdora wê di herdu rojên borî de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500