Nûçeyên Iraqê

NY: Şerê Sûriyê di zivistanê de 270,000 kes aware kirin

Bêtirî 270,000 Sûriyan ji naverasta Kanûna Yekem ve ji parêzgehên Idlib û Hemayê reviyan ji ber şerê navbera rejîm û hêzên opozîsyonê de, AFP roja Sêşemê (30ê Kanûna Duyem) ragihand.

Kampên ji bo awareyan têra wan nakin, vê yekê jî gelek neçar kirin ku nêzîkî 160 komgehên demkî li Idlibê ji xwe re bikin penageh, alîkara sekreterê ji bo karûbarên mirovî Ursula Mûler ji Encumena Ewlekariya NY re got.

"Di van mehên zivistanê yên sar û şil de, gelek malbat tiştek li ba wan tune ye ji bilî çadirên çêkirî, yên ku bi hinekên din re parve dikin," wê got.

Mûler got ku rejîmê rê li hemû karwanên alîkariyê girt ku bigihin deverên dorpêçkirî di Kanûna Duyem de, piştî ku rê dabû du şandinên hawarçûnê bo deverên ku gihiştin bo wan zehmet e di dema borî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500