Hêzên Îraqî û tîmên endazyariya serbazî roja Çarşemê (31ê Kanûna Duyem) dest bi kampanyayekê kir ji bo rakirina teqemeniyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji beşinan ji parêzgeha Selahedîn, Fermandariya Operasyonên Selahedînê got.
Tîm dê kar bikin ji bo rakirina paşmayiyên teqîner ên şer ji Yesrib, Suleyman Bek, Bêcî, Tûz û Yekjah, eqîd Eyûb ji Diyaruna re got.
"Kampanya beşeke ji planeke berfireh bo vegerandina jiyanê [ya normal] ji van deveran re daku xelkê wan vegerin malên xwe," wî got.
DAIŞ bi hezarên mayînan û bombeyên bidestçêkirî, bermîlên teqîner, çek û mûşek li pey xwe hiştin, wî got, anî ziman ku malbat nikarin derbasî bajarên xwe bibin heta ku ew tişt neyên rakirin.