Nûçeyên Iraqê

Sê jinên Fransî yên tundrû rastî sizaya mirinê li Îraqê tên

Sê jinên Fransî ku tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûbûn berî ku ji aliyê hêzên Iraqî ve werin girtin dibe ku rastî sizaya mirinê werin di demekê de ku li benda dadgehkirinê ne li Bexdayê, çavkaniyên nêzîkî dosyeyan roja Sêşemê (23ê Kanûna Duyem) ji AFP re got.

Ew jin hatibûne girtin piştî ku hêzên Îraqî tundrû ji Mûsilê derxistin di Tîrmeha bûrî de, çavkaniyekê got.

Jineke 28 salî, di sala 2015an de dev ji malê berda da ku bi hevjînê xwe re tevlî rêxistinê bibe, hevjînê wê tê gotin ku hatiye kuşyin.

Ew ligel keça xwe hat girtin, a ku piştî gihiştina wê jidayik bibû.

Jineke din jî, a 27 salî ku navê wê Melina ye, sala 2015an berê xwe da herêmê, û ligel bebeka xwe hat girtin. Hersê zarokên wê yên mezintir vegeriyan Fransayê.

Wezîra Berevaniya Fransayê Florens Parlî roja Yekşemê got "nabe em xeşîm bin" derbarê welatiyên ku cûn daku tevlî DAIŞ bibin.

"Dema ku ew ji aliyê desthilatên xwecihî ve hatin girtin, divê ew ji aliyê van desthilatan ve herî nêzîk werin dadgehkirin," wê ji televizyona France 3 re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500