Nûçeyên Iraqê

Iraq hukim bi kuştinê li ser jinek Alman dike ji ber ew endama DAIŞê bû

Dadgeheke Iraqî roja Yekşemê (21ê Kanûna Duyem) hukim bi kûştinê li ser jineke Alman a ku bi asil Mexrîbîye kir ku bi dar ve bikin piştî ew gunehbar kirin ku ew endama "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ye, AFP ragihand.

Ew yeke ji hezar çekdarên biyanî yên ku ji alîyê desthilatdarîya Iraqî ve piştî têkçûna DAIŞê hatin girtin.

Hukim li ser a Alman hatibû ji ber wê piştgirîya lojîstî û alîkarî bi komên terorîst re dikir da ku tawanan pêk bînin", berdevkê dadgehê Edbul Setar Bêreqdar got.

"A tawanbar di vepirsînan de li xwe mukur hat ku ew ji Almanyayê derket ber bi Sûrîyayê piştre Iraqê ve çû da ku bi her du keçên xwe re tevlî DAIŞê bibe, keçên wê yên ku ji endamên rêxistina terorîst zewicîn," wî got.

Jina ku nehat naskirin, 30 roj li pêşîya wê hene da ku gilî bike, piştî wê ew dikarin wê bişenîqînin, pisporê qanûnî Izedîn Muhemedî got.

Em dikarin bibêjin ku ew jina Ewropî ya yekem e ku li Iraqê bi mirinê tê cizakirin ji ber têkilîya wê bi DAIŞ re.

Jêdereke dadmendî ji AFP re got ku yek ji keçên wê jinê bi tundrewan re hate kuştin.

Medyaya Alman ragihand ku jineke Alman navê wê Lemya K. ye û keça wê ji Mannheimê di Tebaxa 204an de derket û di pêngava dawî de di şerê derxistina DAIŞê ji Mûsilê di Tîrmeha borî de ji alîyê hêzên Iraqî ve hat girtin.

Herwiha, herî kêm du jinên Alman ên din di girtîgehê de ne li Iraqê.

Herwiha keçikeke Alman ya nûhatî ya guman heye ku tevlî DAIŞê bû li Mûsilê hatiye girtin, li gorî wezareta dadmendîyê ya Alman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500