Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî ji ber êrîşa kîmawî li ser deverên opozîsyonê tê tawanbarkirin

Herî kêm 21 kes, di nav wan de zarok hene, îro Duşemê (22ê Kanûna duyem) derdê zehmetîyê di henaseyê de kişandin, ji ber êrîşeke kîmawî ya guman heye ku ji alîyê rêjîma Sûrî ve li ser deverên li jêr kontrola opozîsyonê, li nêzîkî Şamê, pêk hat AFP ragihand.

Pişkînerên NY rêjîma Sûrî tawanbar dikin ku ew gelek caran li pişt êrîşên gaza jehrê ya kujer e di şerê ku ev heft salan berdewam e.

Êrîşa îro bajarê Dumayê yê li devera li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî kir armanc, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Piştî ku hêzên rêjîmê roket avêtin ser beşê rojavayî ji bajarê Dûmayê, dûyê spî belav bû û bû sedema 21 rewşên xeniqînê," rewangehê got.

Bijîşkekî di nexweşxaneyeke bajar de yê ku navê xwe weke Basil da got ku nexweş derdê xurîna sîstema tenefusê, zehmetîyê di henaseyê, kuxik û sorbûna çav de dikişînn.

"Em pê hesiyan ku weke dermanekî sipî yan bêna klorê bû û me cilên wan ji wan kirin," wî got.

Rewangehê got ku şeş jin û zarok di nav kesên ku ziyan gihaye wan de hebûn.

"Niştecî û jêderên bijîşkî behsa gaza klorê dikin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got, wî not kir ku Rewangehê nikarîbû wan raportan piştrast bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Wî ev lîstok pêk anî.

BERSIV BIDE