Nûçeyên Iraqê

Serokê NY dixwaze doza êrîşên bi gazê li Sûrîyayê were vejiyandin

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres roja Pêncşemê (18ê Kanûna Duyem) Encumena Ewlekarîyê han da ku hewlên cezakirina wan kesên berpirsyar ji bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê vejînin, AFP ragihand.

Guteres got ku bikaranîna çekên kîmawî di şerê Sûrîyayê de "bi awayekî xeternak qedexekirina cîhanî li dijî van çekên wêrankirina komî berhengarî dike".

"Eger biryar hebe ku çekên kîmawî careke din li Sûrîyayê werin bikaranîn, divê civaka navdewletî rêbazekî guncan bibîne daku wan kesên berpirsyar destnîşan bike û wan ceza bike," wî di civîneke encumenê de, ya derbarê nehiştina belavbûyîna wan çekan, got.

Rûsya du caran mafê vîtoyê bi kar anî di Mijdarê de daku nehêle komîteya lêpirsînê ya NY were nûkirin, komîteya ku erkê wê ew e ku wan kesên berpirsyar ji êrîşên kîmawî li Sûrîyayê destnîşan bike.

Berî mehekê, komîteyê raportek weşand tê de da xuyakirin ku hêza hewayî ya Sûrî gaza sarînê li ser gundekê li jêr kontrola opozîsyona Sûrî, bi navê Xan Şêxûn, di meha Nîsanê de barand, û bi dehan kes hatin kuştin.

Mîkanîzma Peygerînê ya Hevbeş, ya ku ji alîyê Rûsya û DYA di sala 2015an de hat danîn, di meha Mijdarê de hat girtin, lê desthilatdarîyên Rojavayî hewldan berdewam kirin daku bi awayekî din mîkanîzma berpirsyarîyê vegerînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500