Artêşa Îraqî, bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, kampeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê wêran kir, Fermandariya Operasyonên Enbarê Înê (19ê Kanûna Duyem) ragihand.
"Li gorî agahiyên hewalgirî û dîmenên asmanî, artêşê operasyoneke berfireh li Wadî Ebyed li biyabana Enbarê li dar xist û cihên vehewayîna terorîstên DAIŞê kir armanc," fermandar, liwa Mehmûd Felehî ji Diyaruna re axêvî.
"Hêzên me pi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî pêş ve çûn û kamp wêran kirin piştî derketina pevçûna li hember heşt terorîstên ku RPC û çekên weset bikar tanîn, û terorîst hatin kuştin," wî got.
Wî eşkere kir ku dest li ser çendîn teqemenî, cebilxane û çek hat danîn di operasyonê de.