Nûçeyên Iraqê

Desteya çavdêrîya destpakiyê samanên dewletê bi bihayê 37mîlyon $ vedigerîne

Komîteya Destoakiyê ya Îraqî îro Pêncşemê (18ê Kanûna Duwem) îlan kir ku wê milkîyeta gelek samanan li Kerbalayê bi bihayê dora 43 bilyon dînarên Iraqî (37mîlyon $) ji dewletê re vegerandin.

"Gendelîya ji alîyê komek karmendan ve hişt ku samanên dewletê herin ji tekekesan re," desteyê di daxuyanîyekê de got.

Piştî pêkanîna peygerînan, xapandina, ku bi temamî 15 avahî dane ber xwe yên bihayê wan 43 bilyon dînarên Iraqî bûn, hat kifşkirin, daxuyanîyê got.

"[Rewşa] gendelîyê bû sedema xesareta malê gel," desteyê got, wê not kir ku hin berpirsyarên ku destên wan di vê rewşê de hebû hatine girtin, di nav wan de gerînendeyê giştî yê qeydkirina eqarî li Kerbelayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500