Nûçeyên Iraqê

NY: Dê danûstandinên Sûriyê li Viyênayê 25ê Kanûna Duyem dest pê bikin

NY dê mêvandariya gereke nû ya danûstandinên aştiyê derbarê Sûriyê bike heftiya dahatî li Viyênayê, daxuyaniyeke NY roja Çarşemê (17ê Kanûna Duyem) got, AFP ragihand.

Danûstandinên 25û û 26ê Kanûna Duyem dê bi konferansekî aştiyê li havîngeha Sûçî li Deryaya Reş bên bidawîkirin roja 29 û 30yê Kanûna Duyem bi armanca dîtina hêminiyekî piştî dora heft salan ji şer.

Şanderê taybet yên NY, Stîfan dî Mistûra got ku "ew texmîn dike ku delegeyên dê werin Viyênayê amade ne ku bi babetîbûyîn li gel wî tev bigerin".

Daxuyaniyê da zanîn jî ku "her insiyatîfeke siyasî ji aliyê aktorên navdewletî ve divê karîna wê hebe ku tevlî prosesa siyasî ya Cinêv ku NY îdara wê dike bibe û piştgirya wê proseyê bike" û herwiha bicihanîna Biryara 2254an a Encumena Ewlehiyê ya NY.

Biryar daxwaza lihevkirina siyasî û gihiştin bi agirbestekê li Sûriyê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500