Nûçeyên Iraqê

NY: Şerê li bakurê rojavayê Sûriyê bû sedema awarebûna 200,000 kesan

Zêdebûna tundutûjiyê li bakurê rojavayê Sûriyê bû sedema awarebûna bêtirî 200,000 kesan ji naverasta Kanûna Yekem de, NY roja Sêşemê (16ê Kanûna Duyem) got, hişyarî jî da ku dezgehên li deverê rastî astengiyan tên, AFP ragihand.

Rejîma Sûriyê û hevalbendên wê di dawiya 2017an de dest bi operasyonekê kirin li dijî tundrûyan û komên opozisyonê yên hevalbendên wan li Idlibê, ku parêzgeha dawî ye li welat ku hîn derveyî kontrola rejîmê ye.

Ji encama êrîşê bi dehên hezaran reviyan, ku gelek ji wan bêtirî carekê aware bûn.

Di raporeke nû de li ser rewşê ku roja Sêşemê hat belavkirin, Ofîsa NY a Hevahengiyê û Karûbarên Mirovî (OCHA) got ku wê 212,140 haletên awarebûnê navbera 15ê Kanûna Yekem û 16ê Kanûna Duyem de tomar kirine.

Awarebûna herî zêde -- 58,338 kes -- ji gundê Dana li parêzgeha Idlibê bû, lê pêlên din ji sivîlan reviyane deverên li parêzgehên Heleb û Hema yên cîran.

Destpêkê, OCHA got, nêzîkî 6,700 malbat ji deverên jêr destê opozisyonê li Hemayê reviyan erdeke nêzîk a li jêr destê rejîmê.

Idlib û beşin ji parêzgehên derdorê niha bêtirî 1.1 milyon awareyên Sûrî dihewînin, li gorî NY.

Di demekê de ku şer navbera hêzên Sûrî û hêzên li dijî rejîmê zêde dibe, OCHA got ku wê rapor wergirtine derbarê bombebarankirina çendîn klînîkên bijîşkî yên ku di pêşengiyê de bûn di xizmeta xelkê de.

Li dezgehên din pêdawîstiyên bijîşkî "kêmtir dibûn", OCHA hişyarî da.

"Pileyên germahiyê yên kêm di zivistanê de û nebûna penagehan rewşa tenduristî ya awareyan xirabtir dike û dibe sedema derketina nexweşiyên zivistanê," raportê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500