Hêzên Îraqî dest danîn ser qaseke mezin ji çekan û teqemeniyan, ên ku hatin dîtin di operasyonekê de li taxa Şebab li bakurê Bexdayê, Wezareta Karê Hundir roja Sêşemê (16ê Kanûna Duyem) got.
"Hêzên ewlekarî qaseke mezin ji teqemeniyan, çekan û cebilxaneyê li devera Besatîn dîtin," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.
"Li ser bingeha agahiyên istixbaratî yên pêşwext, hêzên ewlekarî operasyonek pêk anîn û bêtirî 400 çekên weset û sivik dîtin, ligel narincokan, mayînan, mûşekan û cebilxaneya ji bo çekên cudareng," wî got.
Hêzên ewlekarî dest danîn ser hemû çekan, ku li veşargeha binerdê hatin dîtin, û şeş kesên gumanbar girtin, wî got.
"Pêngav beşek ji programeke hikûmetê ye ji bo astengkirina milkiyeta çekan daku tenê di destê dewletê de bin," wî got.