Nûçeyên Iraqê

Çîyayên Hemrînê bi awayekî tam ji çekdarên DAIŞ hatin paqijkirin

Di operasyoneke 72 demjimêrî de, hêzên Îraqî çîyayên Hemrînê û Wadî Zeyton ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş îro Pêncşemê (11ê Kanûna Duyem) got.

"Hêzên Îraqî operasyoneke berfereh bi piştgirîya hêza asmanî ya ÎIraqî û balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî qedandin," berdevkê fermandarîyê, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarîyê 11 çekdarên DAIŞ kuştin "piştî pevçûnekê bi wan re û wan dest danî ser mêjereke mezin ji çekan", wî got.

"Herwiha pêngavê taxa Wadî Zeytûn jî da ber xwe, da misoger bike ku tu şanên terorî yan çek li wir nemane," wî got.

"Artêşê bircên çavdêrîyê ava kirin daku tu derfetê ji DAIŞ re nehêlin ku careke din xwe li wê deverê bide hev û sûdê ji erdnîgarîya wê ya tund werbigre,” Resûl anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500