Nûçeyên Iraqê

Tirkîya dibêje dibe ku êrîşên li Idliba Sûrîyayê ziyanê bigihînin giftûgoyên aştîyê

Wezîrê derve yê Tirkîayê îro Sêşemê (9ê Kanûna Duyem) rêjîma Sûrî ji ber derbeyên li ser hêzên opozîsyona navîn li parêzgeha Idlibê ya nêzîkî sînorê Tirkîyayê tawan bar kir, wî hişyarî da ku dibe ew bibe sedema rawestandina giftşgoyên ku armanc dikin şer bi dawî bikin, AFP ragihand.

Enqera gelekî bi nîzîkî bi Rûsya û Îranê re li ser rewşa Sûrîyayê kar dike, alîgirên Serok Beşar Esed, lê vê dawîyê wê reftarê rêjîmê rexne kir.

"Hêzên Rêjîmê li opozîsyona navîn dixin bi bihaneya ku ew li dijî [Enîya] Nusrayê şer dikin," karmendê ajansa nûçeyan ya Anadolê got ku Mevlut Cavuşoglu gor, wî bal kişand ser ANF, a ku aniha hevbendîya tund e ya Tehrîr Şamê ye.

"Ev helwest dê proseya çareserîya siyasî xirab bike," Cavuşoglu got.

"Divê partîyên ku dê di Sochi de bicivin tu kiryarên ku dibe gefê li giftûgoyan bikin nekin," wî hişyarî da.

Rûsya hêvî dike ku kongerekî bo aştîyê li Sûrîyê li dar bixe li havîngeha xwe ya li ser Deryaya Reş li Sotçiyê di 29-30 Kanûna Duyem de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500