Nûçeyên Iraqê

Qayimeqamê berê yê Bexdayê tê ji ber gendeliyê hat girtin

Cezaya zindanê li qayimeqamê berê yê Bexdayê, Sabir Îsawî hat birîn ji ber dizîna malê giştî û dadgeha bilind ew ceza destek kir, Encumena Bilind a dadweriyê îro Sêşemê (9ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Dadgeha Rusafa li Bexdayê du sal zindan li qayimeqamê berê yê Bexdayê, Sabir Îsawî birî li gorî dadgehkirina derbarê doseya destpakiyê li gorî madeya 331 a cezayan a ku têkildarê bikaranîna xerab a desthilata ofîsê ye," berdevkê encumenê, Dadgêr Ebdul Setar Bêreqdar di daxuyaniyekê de eşkere kir.

Daxuyaniyê da zanîn ku ew herwiha bi hinek sûcên din jî sûcdar e.

"Hukum hat fînalkirin û dibê were bicihanîn," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500