Nûçeyên Iraqê

11 çekdarên DAIŞ li rojhilatê Hewîcayê hatin girtin

Hêzên Îraqî 11 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke hevbeş de li rojhilatê Hewîcayê girtin, wezareta karê Hundir îro Sêşemê (9ê Kanûna Duyem) got.

"Li ser bingeha agahîyên ji alîyê niştecîyên xwecihî ve, Ajansa Dijî Terorîzmê û hezên Polîsê Fedral êrîşeke lezgîn îro Sêşemê girtin ser pênc gundên rojhilatê Hewîcayê," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen, ji Diyaruna re got.

"Hêzên me, bi piştgirîya hêzên asmanî yên Iraqî, gund dorpêç kirin, sê terorîst kuştin piştî pevçûn bi wan re kirin û 11 terorîst girtin, di nav wan de terorîstekî berz ê ne Îraqî," wî got.

Wî got ku Herwiha me dest danî ser gelek çek û teqemenî, sê navgînan, di nav wan de yek bi teqemenîyan barkirî.

"Alîkarîya niştecîyên xwecihî hişt ku hêzên ewlekarîyê berdin terorîstan û deverê ji xetera wan xilas bikin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500