Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşargehên DAIŞ li Diyala dikin armanc

Hêzên Îraqî dest bi kampanyayeke serbazî kirin ji bo armancgirtina veşargeh û depoyên çekan ên gumanlêkiriyên terorê li çendîn deveran li parêzgeha Diyala, Fermandariya Operasyonên Dicle roja Duşemê (8ê Kanûna Duyem) got.

"Şaxên cuda ji artêşa Iraqî di kampanyayê de beşdar in, ku taxên Hewd Neda, Ezîm, Hawî û gundên derdorê lixwe digre," fermandar ferîq Mezher Ezawî ji Diyaruna re got.

"Di saetên destpêkê ji kampanyayê, hêzênn me terorîstekî metirsîdar û sê gumanbar girtin, du tunel û veşargeheke çekan wêran kirin, û dest danîn ser 43 bombeyên bidestçêkirî û du êlekên bombekirî," wî got.

"Kampanya dê berdewam be weke beşekê ji hewlên lêgerîna berdewam ji bo piştrastbûn ku ti deverên li jêr bandora DAIŞ navbera Diyala û parêzgehên din nemane," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500