Nûçeyên Iraqê

Bi sedên malbatên aware vegeriyan Qaimê

Pêleke nû a malbatên aware vegeriya Qaim, li parêzgeha Enbarê, piştî ku hêzên ewlekariyê paqijkirina taxên wan ji paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) qedandin.

"Hêzên ewlekariyê û Wezareta Koç û Koçberan 549 malbat vegerandin malên wan li Qaim ji kampeke li rojavayê Remadî," şêwirmendê parzgarê Enbarê bo karûbarên xelkê aware, Mihemed Xalidî, ji Diyaruna re roja Înê (5ê Kanûna Duyem) got.

Wî got ku malbat vegeriyane şe taxan piştî ku ew ji paşmahiyên DAIŞ hatin paqijkirin û xizmetguzarî hatin berdestkirin.

"Malbatên vegeryayî bi xwarin û sûtemeniyê hat zêdekirin, û dermanên kêzikan li deverên wan hatin reşandin ," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500