Du zilam serdegirtî hatin girtin dema ku wan hewl dida ku du keçan li rojavayê Bexdayê "bikirin", Wezareta Karê Hundir a Îraqî roja Pêncşemê (4ê Kanûna Duyem) got.
"Hêzên Îraqî kemînek ji du zilaman re danîn li Tewayil, li rojavayê Bexdayê, dema ku wan hewl dida ku du keçan bikirin, ku temenên wa 20 û 15 sal in, ji bo bikaranîna wan di bazgiraniya bi mirovan û leşfiroşiyê de," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen, ji Diyaruna re got.
Wî got ku tohmetbar hatin veguhestin bo navendeke lêpirsînê, di demekê de ku herdu keç rastî nirxandineke cesteyî û derûnî tên.
Maen got ku hêzên ewlekariyê yên Îraqî berî çend rojan dest bi operasyonekê kirin ji bo girtina her kesekî ku destê wî di tawanên bazirganiya bi mirovan de hebû.