Nûçeyên Iraqê

Hikûmeta Fransî: Divê jinên Fransî yên tundrû li Sûriyê bêne dadgehkirin

Jinên Fransî yên tundrû yên ku li beşên Sûriyê yên li jêr kontrla Kurdan hatin girtin divê rûbirûyî dadweriyê bibin madem dadgekirineke dadmend dikare bê garantîkirin, hikûmeta Fransî roja Pêncşemê (4ê Kanûna Duyem) ragihand.

Nîqaş li Fransa li dor çarenivîsa jinên ku çûn Sûriyê bo hevjînkirina ligel çekdarên Îslamî û aniha di girtîgehê de di rojevê de ye, piştî zincîrek ji binketinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP raport kir.

Vê heftiyê Emilie Konig, misilmaneke 33- salî ji herêma Brittany a li Fransa ku bûbû tejnîdkareke navdar a tundrû, bû dawîn ji qefta jinên Ewropî yên ku bi eşkere doza vegera bo welat dikin.

Lê belê berdevkê hikûmeta Fransî, Benjamin Griveaux da zanîn ku tu pilanên vegerandina wê bo welat tune ne.

Eger "saziyên yasanas karîbin garantiya dadgehkirineke dadmendane bikin û maf bidin wê ku parêzerê wê hebe", jinên ku li deverên Sûriyê yên li jêr kontrola Kurdan hatine girtin divê "li wir bên dadgehkirin", Griveaux ji radyoya RMC re got.

"Çi bin tawanên hatibin kirin -- heta yên herî giran jî -- welatiyên Fransî li derve divê mafê hebûna parêzer ji wan re garantîkirî be," wî wiha got. "Divê em piştrastkirina di vê derbarê de werbigrin."

Konig, ya ku li ser lîstên reş ên NY û DYA ên milîtanên xeternak navê wê heye, di destpêka Kanûna Yekem de hat girtin û li kampeke Kurdî tê hiştin tev sê zarokên wê yê biçûk ligel çendîn jinên Fransî yên din.

"Ew hatine girtin, û heta aniha agahiyên me dibêjin ku wan ne bi îradeya xwe xweradest kiriye," Griveaux got. "Ew di şer de hatin girtin."

Parêzerê Konig Bruno Vinay muzekere kir ku divê Fransa rêz bigre ku ew li jêr "pêbendiyên navdewletî ye".

Keça polîsekî ye û ola xwe guhert piştî wê mêrê xwe yên yekem nas kir, Konig rû li Sûriyê kir di sala 2012an de, û her du zarokên xwe li Fransa hiştin û gihişte hevjînê xwe yên nû, yên ku piştre hat kuştin.

Ew çend caran di vîdyoyên propagandeyê de derdikeve û hewalgiriyên Fransî gihiştin nameyên wê bi kontaktên wê re li welat ku wan han dide ku êrîşî saziyên Fransî û komên leşkeran bikin.

Dora 30 tundrûyên Fransî, jin û mêr in, aniha di destê hêzên Kurdî û Îraqî de ne, li gorî jêderekî nêzîk ji lêpirsînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500