Nûçeyên Iraqê

7 sivîl di êrîşeke asmanî de li Idlibê hatin kuştin

Herî kêm heft sivîl, ku pênc ji wan zarok in, hatin kuştin roja Yekşemê (2ê Kanûna Duyem) di êrîşeke asmanî de li parêzgeha Idlibê, ya dikeve bakur-rojavayê Sûriyê, AFP da zanîn.

Rejîmê û hêzên alîgirê wê, bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsî,bêtirî hefteyekê şerê tundrew û çekdarên opozîsyonê dikirin li navçeyekê di navbera parêzgehên Idlib û Hemayê de.

Êrîşên asmanî bajarokê Xan subul li navenda parêzgeha Idlibê kirin hedef, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Herî kêm heft mirî, pênc zarok û du jin hebûn," Rewangehê got.

"Em nizanin ka ev êrîşên asmanî ji aliyê Rûsyayê yan jî ji aliyê rejîma Sûrî ve pêk hatine," serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman got.

Pêngava rejîmê ya li ser tixûbê parêzgeha Idlibê piştî du mehan ji şerên bi navber tê, şerên ku NY got ku bû sedema bêwarbûyîna 60,000 kesan.

Ofîsa NY bo Kordînekirina Karûbarên Mirovî daxuyand ku tê gotin ku cihên bêwarbûyînê qerebalix in, û hinek sazî zêdetirî 400% ji karîna wan a pilnakirî ketine xizmetê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500