Nûçeyên Iraqê

Jineke Fransî li ser lîsta reş a terorê li Sûriyê hat girtin

Êmilî Koenig, jineke Fransî tê gumankirin ku çekdar ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re tejnîd dikirin, û navê wê di lîsta reş a NY û DYA de ye, ji aliyê hêzên Kurd li Sûriyê hate girtin,AFP roja Sêşemê (2ê Kanûna Duyem) ragihand.

Keça 33-salî ya cendermekî li kampeke Kurdî tê hiştin, diya wê ji rojnameya Fransî Ouest re eşkere kir.

Koenig sala 2014an çû Sûriyê û sê ji zarokên wê li wî welatî ji dayik bûn. Ew di çendîn vîdyoyên propagandabar de xuya kir ku wê di wan de digot ku ew dê "cîhadê bimeşîne heya ku dijmin heye".

Navê wê kete lîsteya NY a xeternaktirîn çekdar de û salekê piştre ew kete lîsteya terorê ya DYA de.

Diya Koenig got ku wê xwestibû ku vegere Fransayê "û lêborînê ji malbat, heval û welatê xwe bixwaze".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500