Nûçeyên Iraqê

Kampeke bêwaran li Enbarê tê girtin

Hikûmeta Îraqî kampa Kîlo 18 li Enbarê girt, û wiha ev yekemîn wargeh e ku tê girtin li parêzgehê ji çaxê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve.

Hemû xelkên bêwar ên li kampê bo deverên wan ên resen hatin vegerandin li navçeya Qaim, ofîsa parêzgarê Enbarê, Mihemed Helbûsî di daxuyaniyekê de îro Sêşemê (2ê Kanûna Duyem) got.

"Bi hevahengiya li gel hikûmeta navendî û Wezareta Koç û Koçberan, parêzgeha Enbarê hemû pêdiviyên pêwîst bo veguhestina hemû xelkên bêwar ji kampa Kîlo 18 bo warên wan qedandin," daxuyaniyê got.

"Kamp aniha bi temamî hatiye girtin," daxuyaniyê got, wê da zanîn jî ku pilaneke vegerandina hemû kesên bêwar bo deverên wan û girtina kampên mayî li parêzgehê heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500