Hêzên Îraqî 11 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke baş pilankirî de girtin li başûrê Mûsilê roja Sêşemê (2ê Kanûna duyem), Fermandariya Operasyonên Nînewayê got.
"Hêzeke hevbeş a polîs û artêşê sibeha Sêşemê pêngaveke ewlekariyê dest pê kir bi hevahengî li gel ajansên hewalgiriyê li Elbû Yûsif, li başûrê Mûsilê, û 11 edamên DAIŞ girtin," fermandarê operasyonan, Nejmedîn Kerîm Cibûrî, ji Diyaruna re eşkere kir.
Wî got ku wan xwe di xaniyekî de diveşart û pilana pêkanîna êrîşan li ser hêzên ewlekariyê ji rojhilat û başûrê Mûsilê dikirin.
Operasyon li dar in bo girtina endamên din ên tundrew li navçeya Şimeysat, ên ku ew jî tevlî koma ku hatiye girtin bibûn.