Nûçeyên Iraqê

12 nexweşên din ji Xûtaya Rojhilatî hatin derxistin

Nofekî din ji nexweşên Sûrî yên sivîl, piranîya wan zarok in, ji devera opozîsyonê ya dorpêçkirî li Xûtaya Rojhilatî hat derxistin, lê bi sedan nexweşên rewşên wan xerab dorpêçkirî mane, AFP îro Pêncşemê (28ê Kanûna Yekem) ragihand.

Çar proseyên derxistinê roja Sêşemê pêk hatin û komeke din a ji 12 kesan derengiya roja Çarşemê hat derxistin, lê şandeyeke mirovî yê bilind tifaqek anî holê ku li gorî wê rewêşên bijîşkî yên tengav weke kertên bazarê tên bikaranîn.

Pêşbînî heye ku 29 rewşên bijîşkî yên tengav li gorî peymaneke bi hikûmetê re werin derxistin, peymana ku çekdarên opozîsyonê dibînin ku divê 26 takekes werin berdan, di nav wan de karkerên ku di meha Adarê de di şerên dijwar de bi rêjîmê re hatibûn dorpêçkirin.

"Dih me 12 nexweş ligel endamên malbatên wan derxistin, piranîya wan zarok in," berdevka Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, Injî Sedkî, got.

Li baregeha Heyva Sor ya Sûrî li Dûmayê, peyamnêrê AFP dît koma dawî ji kesên ku hatin derxistin li benda ambulansê ne daku werin guhestin.

Ebul Rehman jî di nav wan de bû, zarokê heft mehî yê ku alîkarîya heneseyî jê re gerek bû di hemêza dayîka xwe de bû.

"Piranîya wan bi êşa penceşêr, nexweşîyên demdirêj û nexweşîyên dil in," Sedkî got, wê anî ziman ku kesên hatin derxistin ber bi Şamê ve hatin guhestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500