Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûriyê insiyatîva aştiyê ya Sûtşî red dike

Bi dehên girûpên opozisyona Sûriyê insiyatîva bi serokatiya Rûsya ji bo gotûbêjan meha bê li Sûtşî derbarê dawîanîna şerê Sûriyê red kirin, AFP roja Sêşemê (26ê Kanûna Yekem) ragihand.

Rûsya û Îran, ku hevalbendên sereke yên rejîma Sûriyê ne, ligel Turkiyê piştevana opozîsyonê roja Înê lihev kirin li ser "Civîneke Diyaloga Niştimanî" li havîngeha li Behra Reş di 29 û 30ê Kanûna Duyem de.

Hikûmeta Sûriyê bilez got ku ew dê beşdar be, lê grûpên opozisyonê red kirin, û gotin ku Rûsya dixwaze li proseya bi serperiştiya NY li Cenêvê biqulibe.

"Em hewla Rûsya ku li xeta Cenêvê bizîvre bi temamî red dikin," girûpên opozisyonê di daxuyaniyeke hevbeş de gotin ku ji aliyê 40 koman ve hatibû îmzekirin û roja Duşemê hat belavkirin.

"Em bang li hemû hêzan dikin ku yekrêz li dijî van metirsiyên bizdêner bisekinin."

Mistefa Sêcerî, fermandarê bilind ê Lîwaya Mutesimûn, roja Sêşemê ji AFP re got ku girûpên opozisyonê nikarin Rûsya weke navbênkarekî destpak bibînin.

"Ji destpêkê ve, me got ku herkesê ku dixwaze rolekê weke navbênkar an jî garantîkar li Sûriyê bilîze gerek bêalî be, rastbêj û destpak be di piştgiriya veguhestina siyasî de," Sêcerî got.

"Rûsya ev tişt nekirin -- ew hevpar e di kuştina xelkê Sûriyê de," wî got jî.

NY hîn piştgiriya xwe ji civînê re nîşan nedaye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500