Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dê valahiyên bi dirêjahiya sînorê Sûriyê dagirin

Iraqê operasyoneke paqijkirinê ya nû destpê kir daku valahiyên li seranserî sînorê Sûriye-Iraqê dagire û nehêle endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl bidin ku bi dizî derbas bibin, Fermandariya Operasyonên Cezîra û Badiya roja Înê (22 Kanûna Yekem) got.

Artêşa Iraqî "kampanyayeke serbazî ya nû destpê kiriye ya ku armanc dike ku tunelên DAIŞê ku li seranserî sînor kolane destnîşan bike û hilweşîne, bendên qûmî û xendekan [ava bike] û kamera û bircên çavdêrîyê deyne", cîgirê Fermandar emîd Mihemed Fethî ji Diyaruna re got.

Operasyon 180 kîlomitran dide ber xwe û armanc dike ku nehêle endamên DAIŞ di pêşerojê de bi dizî derbas bibin, wî got.

"Girtina sînor bi awayekî tam dê alîkarîyê bike ku aramî vegere bajarên Iraqê, êrîşên terorîstan rawestîne û dawiyekê ji arezûyên DAIŞê re deynin ku hewl bide vegere û xwe careke din bide hev," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500