Nûçeyên Iraqê

Wezaret: Dê di demeke nêz de hemû rêyên Bexdayê dîsan bên vekirin

Hikûmeta Îraqî pilaneke dubarevekirina hemû rêyên li Bexdaya paytext pêş xistiye, Wezareta Karên Hundir roja Pêncşemê (21ê Kanûna Yekem) got.

"Me pilaneke tukmen bo dubarevekirina hemû rêyên girtî li Bexdayê, di nav de rê û pirên serekî, dariştiye," peyvdarê wezaretê, emîd Saed Maen, di daxuyaniyekê de got.

Wî got ku pilan armanc dike ku qerbalixa trafîkê sivik bike û tevgera welatiyan hêsan bike piştî ku kêmasiyên ewlehiyê li paytextê bên dagirtin.

Maen got ku, hevdem, pilan hatiye danîn bo berengarbûna torên tawankariyê yên ku diziyê, talankirinê û ravandinê de li paytextê, rol dîtine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500