Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî xwedizekirina DAIŞ ji Sûriyê pûç dikin

Hêzên Iraqî yên hevbeş roja Çarşemê (20ê Kanûna Yekem) hewleke xwedizekirinê ji aliyê pênc çekdarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ve ji Sûriyê pûç kirin, Fermandariya Operasyonên Enbarê got.

"Hêzên Iraqî sibeha Çarşemê hewleke xwedizekirinê ji aliyê pênc çekdaran ve ku tifingên bimakîne û narincok di destê wan de bûn ku dixwestin rêgirê qumê yê ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê derbas bikin," lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

"Hêzên me ligel wan pev çûn piştî ku qebûl nekirin ku xwe radest bikin û sê ji wan kuştin, lê belê duyên din reviyan Sûriyê," wî got.

Operasyonên çavdêrî û lênerînê du hewlên xwedizekirinê yên din vê hefteyê pûç kirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500