Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY hewl dide krîza di danûstandinên Sûriyê de çareser bike

Şanderê NY bo Sûriyê roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) ji Encumena Ewlekariyê daxwaz kir ku alîkariyê bike di çareserkirina krîza di danûstandinên aştiyê de bi rêya pêşkêşkirina hinek bîrokeyan ji bo reşnivîsandina destûreke nû û hilbijartinên nû, ku madeyên sereke yên çareseriyeke di pêşerojê de ne, AFP ragihand.

Stîfan di Mistûra ji encumenê re got ku "derfeteke zêrîn" ji bo bidestxistina pêşxistinekê ber bi lihevkirineke aştiyê hat jidestdan di dema gera dawî ya danûstandinan ku hefteya bûrî li Cenêvê bidawî hatin.

"Ez bawer dikim ku dem hatiye ku NY hinek pêşxistinan derbarê sebetên destûr û hilbijartinê bike," şander got.

"Ji ber ku em guhdarî û behsa proseya destûrî û hilbijartinan dikin û me nikarî ku em bihêlin ku herdu alî di danûstaninên Sûrî-Sûrî de tevlî wê bibin, bihêlin ez vê yekê bidest bixim," wî ji encumenê re got.

Dî Mistûra got ku pêşniyarên derbarê destûr û hilbijartinan dê "şêwirkiyên berfirehtir han bidin" di pêş de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500