Nûçeyên Iraqê

NY heyama şandina alîkariyê ji deverên opozîsyona Sûriyê re dirêj dike

Encumena Ewlekariya NY roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) deng da li ser nûkirina şandina alîkariyê ji deverên Sûriyê re yên li jêr destê opozîsyonê, û şandina alîkariyên mirovî di rêya sînor re bo dema salekê dirêj kir, AFP ragihand.

Ji 2014an ve, karwanên alîkariyê yên NY di rêya sînorên ji Tirkiye û Urdunê re derbas dibûn -- bêyî qebûlkirina hikûmeta Sûriyê -- û niha mehane xwarinê digihînin milyonekê ji xelkê Sûriyê.

Rûsya, Çîn û Bolîviya deng nedan.

Rûsya meha borî got ku ew dixwaze biryara NY a ku rê dide operasyona alîkariyê ya di rêya sînor re were guhertin, hinceta wê jî ku madeyên şandî bi awayekî baş nayên kontrolkirin û ku serweriya Sûriyê binpê dikin.

NY tekez kir ku şandiyên di rêya sînor re rayê jiyanê ye ji Sûriyên ku li deverên li jêr kontrola opozîsyonê dijîn ji ber ku hikûmeta li Şamê bi tundî rê li şandina madeyên alîkariyê bo wan deveran girtiye.

Bêtirî 13 milyon kes bi hewceyî alîkariya mirovî ne, ku niha sala heftem a şer e.

Reşpelika biryarekê ku AFP dît dê rê bide karwanan ku heta 10ê Sibata 2019an derbasî sînorê Sûriyê bibin, û daxwaz dike ku Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres çend rêyan pêşniyar bike ji bo xurtkirina çavdêriyê.

Repelika biryarê "hişyariyeke metirsîdar" nîşan dide ji ber rewşa zehmet li devera Xûteya Rojhilat a li jêr destê opozîsyonê ya dorpêçkirî, ku nêzîkî Şamê ye, û rastî bombebarankirineke tund ji aliyê hêzên hikûmetê ve tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500