Nûçeyên Iraqê

3 zarokên Êzîdî DAIŞê ew revandibûn êdî azad in

Sê zarokên Êzîdî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de ew revandibûn hatin azadkirin, serokê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî roja Yekşemê (17ê Kanûna Yekem) got.

"Sê zarokên Êzîdî roja 3ê Tebaxa 2014an hatin revenadin ji aliyê DAIŞ ve li Şingalê, û ew birin Sûriyê, hatin azadkirin," Husên Qaidî di daxuyaniyekê de got.

Wî got ku ew bo Îraqê hatin vegerandin û bi malbatên xwe re ne.

"Li gel wan her sê zarokan, hejmera kesên ku ji destê rêxistina terorîst hatine azadkirin gihişte 3,226 kes," wî got, wî da zanîn ku "dora 3,191 kesî hîn di destê DAIŞê de ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500