Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 3 şanên DAIŞ li bakurê Bexdayê têk dan

Sê şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakurê Bexdayê di operasyoneke yek-heftî de bo lêgerîna li şan û veşargehên çekan ên DAIŞ hatin têkdan, Fermandariya Operasyonên Bexdayê îro Duşemê (18ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên hevbeş ên Îraqî sê şanên razayî yên DAIŞ li Tarmiyê, li bakurê paytextê, ku pilan dikirin aramiya deverê bixin xeteriyê de, têk dan," fermandar, ferîq Celîl Rubêyî di daxuyaniyekê de got.

"Di operesyonê de wan dest danî ser gelek çekan, di nav de çekên xeternak," wî got.

Wî got ku girtin di operasyonên lêgerînê de yên ku tevahiya deverê dikirin armanc û êrîşên li ser veşargehên DAIŞ de pêk hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500