Nûçeyên Iraqê

11 çeteyên DAIŞ li rojavayê Enbarê hatin kuştin

Êrîşeke asmanî ya Îraqî çeteyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku xwe di tûnelekê de diveşartin kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Duşemê (18ê Kanûna Yekem) got.

"Hêza asmanî ya Îraqî êrîşeke asmanî bir ser tuneleke nepenî ya çeteyên DAIŞ li Wadî Qasf, li rojavayê Enbarê," fermandar, eqîd Mehmûd Felahî, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîşa asmanî 11 çeteyên DAIŞ kuştin, di nav de çeteyên biyanî, yên ku xwe di tunelekê de diveşartin, û wî da zanîn ku çek û cebilxane jî di operasyonê de hatin wêrankirin.

Wî got ku operasyoneke hevşêwe çend rojan berê çendîn endamên DAIŞ, ên ji Qaim reviyabûn û penageh li biyabana rojavayê Ebarê dîtibûn, kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500