Nûçeyên Iraqê

Wezîrek: 45% ji bêwarên Îraqî divegerin malên xwe

Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqî, Casim Mihemed Caf roja Înê (15ê Kanûna Yekem) ragihand ku 45% ji bêwarên Îraqî vegeriyane malên xwe.

"Wezaret programekê berdewam dike bo vegera xelkên bêwar bo bajarên xwe, bi hevahengiya bi hikûmetê û rêxistinên navdewletî û NY re," Caf got.

Wî got ku vegera xelkên bêwar bo malên xwe û alîkarîkirina wan di biwarkirinê de armanceke girîng e, ew di konferanseke rojnamevanî de axivî di perawêza çalakiyekê de bo pîrozkirina serkeftina Îraqî ya li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ji totala pênc milyon bêwarên Îraqî, "45% yan zêdetir" vegeriyane mal, wî got, û wî da zanîn ku operasyon berdewam in bo vegerandina xelkê bo deverên wan ên ku ji teqemeniyên bermahiyan şer hatine paqijkirin.

"Sala tê dê sala vegera xelkên bêwarbûyî be," Caf got, wî da zanîn jî ku baldariya hikûmetê bo lidarxistina hilbijartinan di dema wan de "dê bi vegera bilez a xelkên bêwar bo malên wan tê hestkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500