Nûçeyên Iraqê

Du bingehên DAIŞ hatin wêrankirin li bakurê Felûcayê

Hêzên Iraqî du cihên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û depoyeke mezin a çekan li bakurê Felûcayê vedîtin di operasyoneke maliştin û lêgerînê ya bi hûrayî de, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Pêncşemê (14ê Kanûna Yekem) got.

Firqeya 7ê ya artêşa Iraqî, ku li ser hîma agahiyên hewalgirî yên bidîqet kar dike, du çeperên DAIŞ û depoyeke çekan a zemînî li Sersar, li bakurê Felûcayê, dîtin, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Herdu bingeh bi temamî hatin wêrankirin daku nehêlin terorîstên DAIŞ dîsan xwe komî ser hev bikin," daxuyaniyê got.

Tiştên di depoya çekan de, ku 30 himbêzkerên C-4 a teqîner, pênc avêjerên rokêtên Katyûşa, 10 teqemeniyên bidestçêkirî û hejmarek ji hawinan dihewînin, dest li ser wan hat danîn, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500